Ehmedê Xanî (1651-1707) wekî Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî yek ji helbestvanên herî mezin ên kurd e.
Ahmedê Xanî, di sala 1651'ê de hatiye dinê. Cihê ku hatiye dinê tam ne diyar e. Li gor gelek lêkolîner û nivîskaran, ew ji êla Xaniyan bûye. Li ser cihê vê êlê dîtinên cuda hene. Li gor van dîtinan, cihê vê êlê ji Cizîra Botan heta derdora Wanê tê guhertin.
Dema ku 14 salî bûye dest bi nivisînê kiriye. Dema ku nivîsîna "Mem û Zîn"ê temam kiriye 44 salî bûye. Xanî li Kurdîstana Jorîn li Bajarê Bayezidê wefat kiriye. Gora wî li Bajarê Bayezidê ye. Tirba Xanî ziyaretgaha xelkê ye.
Xanî, bi "Mem û Zîn"a xwe ya ku destana neteweyî ya neteweyê Kurd e, di dilê neteweyê Kurd de cihê bilindtirîn girtiye û bi wî awayî di nav gelê xwe de bûye "Xaniyê nemir."
Mem û Zîna Xanî di sala 1919an de li Stenbolê hatiye çap kirin. Seyda Hemze jê re dîbaçeyek nivîsandiye. Tê de dibêje ko Xanî Nûbara xwe di sala 1094ê hicrî de nivîsandiye. Li gora vê tarîxê Beriya qedandina Memozînê bi neh salan.
[biguherîne]
Celadet Bedixan li ser Ehmedê Xanî
Ji meqeleya Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin ya Celadet Alî Bedirxan
Mela Camî di heqê Mewlana Celaledînê Rûmî û kitêba wî »Mesnewî« de gotiye:
Men çi gûyem wesfi an alîcenab
Nîst pêxember welê dared kitab.
Yanî: Ez di heqê wî alîcenabî de çi bibêjim, ne pêxember e, lê kitêba wî heye.
Ev pesnekî bilind û hêja ye û bi her awayî li bejna Mewlana têt.
Di heqê Ehmedê Xanî û kitêba wî »Memozîn« de, bi min be, mirov dikare jê bêtir jî bibêje. Belê Xanî jî xudan kitêb e. Lê Xanî pêxember e jî. Pêxemberê diyaneta me a milî, pêxemberê ola me a nijadîn.
Xanî di wextekî welê de rabû ko - beriya niho bi sê sed û neh salan - ne li cem me, lê li Ewropayê jî xelk hêj li miliyet û li nijadê xwe hişyar ne bû bûn û zelamên ji yek miletî hev û dû ji bo ketolîkî an protestaniyê dikuştin. Di heyameke welê de Ehmedê Xanî bîra miliyeta xwe, bîra kurdaniya xwe biri bû û ji kurdan re goti bû hon berî her tiştî kurd in, rabin ser xwe, dewleteke kurdî çêkin û bindestiya miletên din mekin.
Melayê Jaba der heqê Ehmedê Xanî gotiye: »Şahirê pêncê jî Ehmedê Xanî ye. Eslê wî ji tayifeyê hekariyan ji eşîreta xaniyan e. Bi xwe hatiye Beyazîdê, di tarîxa hezarê da tewetin kiriye. Di zimanê kurmancî de Memozîn nav kitêbek aşiq û maşûqan gotiye û kitêbek lixet jî bi kurmancî û erebî gotiye, navê wê Nûbihar e. Zarokê di Kurdistanê hemû di piştî Quranê dixwînin. Û zehf jî xezeliyat û eşharan û beyt bi zimanê kurmancî gotiye. Û di zimanê erebî û farisî û tirkî jî qewî mahir û sahibi irfan e. Û ji şierayê di Kurdistanê hemûyan jî meşhûr û faiq e, belkî ji hemû şieran meqbûl û memduh e. Û dii hezar û şêst û sê da jî merhûm bûye û di nêv Beyazîdê da mizgeftek jî bi navê xwe bîna kiriye. Û bi xwe jî li kenarê mizgeftê medfûn e« .
Xanî herwekî bi xwe dibêje di sala hezar û şêst û yekê hicrî de ji diya xwe bûye.
Lewra ko dema ji xeyb fek bû
Tarîx hezar û şêst û yek bû
Kengê emirê Xwedê kiriye em pê nizanin. Lê gava Memozîna xwe qedandiye çil û çar salî bû.
Îsal gehişte çil û çaran
Ev pêşrewê gunahkaran
Xanî ji Memozînê pê ve hin eserên din hene. Nûbihar: ferhengeke menzûm e. Kurdî-erebî. Xanî ji bo Nûbiharê dibêje:
Ji paş hemd û selewatan
Ev çend kelîme ji ji lixetan
Vêk êxistine Ehmedê Xanî
Nav lê Nûbihara biçûkan danî
Ne ji bo sahibi rewacan
Belkî ji bo piçûkê di kurmancan
Ji Eqîda îmanê:
Sifatê di sebhe ji bo zilcelal
Bizan heft in ey arifê pir kemal
Xweşî, şîn û zanîn û vên û kelam
Bihîstin digel dîtî bû temam
Xanî li Beyazîdê dibistanek jî danîbû û tê de dersa zarokan bi kurdmancî digot. Di pey mirina wî re şagirtê wî Ssmaîn bîst salên din li wê dibistanê guhdar bû û dersên kurdmancî tê de gotin.
Li gor atiştê ko min bihîstiye Xanî kitêbeke cexrafyayê jî çêkiriye û tê de qala ezman û stêrkan kiriye. Herçend ez gelek lê geriya bim jî ev kitêb neket destên min.
Ehmedê Xanî herwekî bi xwe gotiye Mem û Zîn ji xwe re kirine behane û bi vê hêncetê kula dilê xwe bi der daye, derdê miletê xwe ê ker û lal bi ziman kiriye û ew axivandiye.
Mem û Zîn ji bo Ehmedê Xanî remzên Kurdistanê, rêzikên welatê wî ne. Xanî dibîne ko ew rêzik winda dibin, kurdmanc bi zimanine din dixwînin û dinivîsînin, bi rêzikên miletên din ve diçin, belgên xwe ên nijadîn ji xwe tavêjin, dikevin rengên miletên din û bi vî awayî û bi rêva bindestiya wan dikin. Seyda dibêje:
Sazi dili kul bi zîr û bem bit
Sazendeyê 'eşqi Zîn û Mem bit
Şerha xemi dil bikim fesane
Zînê û Memî bikim behane
Nexmê we li perdeyê derînim
Zînê û Memî ji nû vejînim
Derman bikim ez ewan dewa kim
Wan bê mededan ji nû ve rakim
Meşhûr bikim bi terz û islûb
Mimtaz bikim mihibb û mehbûb
Ewreng bikim ji nû serefraz
Da bêne temaşeyî nezerbaz
Dilber li Memî bikin girînê
'Aşiq bikenin bi derdê Zînê
Ev meywe eger xirab e ger qenc
Kêşaye digel wê me dused renc
Ev meywe eger ne avdar e
Kurmancî ye, ew qeder li kar e
Ev tifl e eger ne nazenîn e
Nûbar e bi min qewî şirîn e
Ev meywe eger ne pir lezîz e
Ev tifl e bi min qewî 'ezîz e
Mehbûb û libas û gûşiwar e
Milkê di min in ne miste'ar e
Ez pîlewer im ne gewherî me
Xudreste me ez ne perwerî me
Kurmanc im û kûhî û kenarî
Ev çend xeber in di kurdwarî
ev nivisar ji ali murad ciwan ve hatiye nivisandi. murat Ciwan wek cavkani ji M. Warli pêk aniye. di nivisarê de gelek tistên nu li ser ehmedê Xani û malbata wi hene. Hin belgeyên nuh li ser Ahmedê Xanî