Hozan BEDRAN kişisel kültür sanat |
| | cigerxwin helbest | |
| | Yazar | Mesaj |
---|
Admin Admin
Mesaj Sayısı : 55 Kayıt tarihi : 16/08/09
| Konu: cigerxwin helbest C.tesi Ağus. 29, 2009 8:42 am | |
| Agir û Pirîskên Dil û Dîwana Cigerxwîn Agirî tev agir e, dûrî herin dijwar e ew; Ne agirê îsal e, lê agirê sedsal e kevnar e. Gava çavên te lê dikevin bi şewq û şemal, Tu dibê qey qurix e, lê ne qurix e tev ar e. Bi xwendina wê xew dibî dijminê çavên reş; Şev tev diçî, lê tu dibê hê êvar e. Ne dê û ne bav, di bîra te nayên kes; Wek jana zirav e, lê mêrkuj e, wek mar e. Ne xwezî bi wî ko carek lê binêrî bes; Şadî, dijmin û tim bi qîr û hawar e. Rêça wergirtina taca keyan didî ber te, lê Ew rê bi çiyakî bilind ve diçî berwar e. Ew agir, agirê dilê Cegerxwîn ê pir geş; Rojek heye bavêjî riwê dijmin, naçar e. Cegerxwîn | |
| | | Admin Admin
Mesaj Sayısı : 55 Kayıt tarihi : 16/08/09
| Konu: Geri: cigerxwin helbest C.tesi Ağus. 29, 2009 8:43 am | |
| Agirê Evîndarî
Şev tev çûye îdî ma tu hew tê lo Ez ranazim, kengî bê te xew tê lo Xanî bûye zindan tê de ranazim Ta sipîdê qîr û nal û tew tê lo
Te j’min dil bir carek mi j’ter nego na, Te rû kul kir carek mi j‘ter nego na Ma ji bo çi, îro tu j’min xeyîdye? Te ji min çidkir, carek mi j’ter nego na
Ay dil, ay dil, ma kes nîn e mîna wî? Bo çi her dem wer dilxwazê dîna wî? Ahî dema destê wî l’bin serê min! Bi min xweş tê gelek hilm û bîna wî
Tenê hiştim ay dil îşev çima çû? Wî ez kuştim, ay dil îşev çima çû? Rabe peykev ay dil zû wî werîne Tev biriştim ay dil îşev çima çû?
Cigerxwîn | |
| | | Admin Admin
Mesaj Sayısı : 55 Kayıt tarihi : 16/08/09
| Konu: Geri: cigerxwin helbest C.tesi Ağus. 29, 2009 8:44 am | |
| Ah Şêrînê
Şêrînê, şêrînê _____Gulçîçek û nesrînê _____________Rû sorgula evînê ____________________Ez dil didim mizgînê
Şêrînê, şêrînê ________Ez dîn kirim _________________Bê dînê
Şêrînê rû li rojê _______Lêv ji gula berrojê ____________Bi çavan dil disojê __________________Serxweş kirim wê dînê
Şêrînê, şêrînê ________Ez dîn kirim _________________Bê dînê
Şêrînê çavxezalê ________Ebrû ji rengê dalê ____________Min can û dil li balê ___________________Sîng bexçeyê evînê
Şêrînê, şêrînê ________Ez dîn kirim _________________Bê dînê
Şêrînê nazedarê ________Sêva sor îli darê ______________Rû wek gula biharê ______________________Lêv melhema birînê
Şêrînê, şêrînê ________Ez dîn kirim _________________Bê dînê
Şêrînê bejne serwê _________Qêrînê min li ser wê _________________Kengî ji dev şeker wê __________________________Bidî min ew di jînê
Şêrînê, şêrînê ________Ez dîn kirim _________________Bê dînê
Şêrînê serbilindê _________Şepal û gewr û rindê _________________Çil sal e ez li bendê
Şêrînê, şêrînê ________Ez dîn kirim _________________Bê dînê
Şêrînê pir delalê _______Ebrû ji rengê dalê ______________Ronahiya şemalê ____________________Nazdar û nazenînê
Şêrînê, şêrînê ________Ez dîn kirim _________________Bê dînê
Şêrînê gewr û sorê ________Guh nadî zulm û zorê _________________Pozbilindê li jorê _______________________Ji dil re pir bi kînê
Şêrînê, şêrînê ________Ez dîn kirim _________________Bê dînê
Şêrînê rûj i tavê ________Lev kas e, mey di navê ________________Pir kûrê bê peravê ______________________Xweş dawerê evînê
Şêrînê, şêrînê ________Ez dîn kirim _________________Bê dînê
Şêrînê gewr û bozê __________Gotin xweşê, bi sozê __________________Her dem ji bo me dozê ________________________Carek were civînê
Şêrînê, şêrînê ________Ez dîn kirim _________________Bê dînê
Şêrîn hatî ji derda _________Dil bir û can bi ser da ________________Tîrek li nêv cegerda ______________________Der bû ceger bi xwînê
Şêrînê, şêrînê ________Ez dîn kirim _________________Bê dînê
(Cigerxwîn, Stockholm, 4.9.1979) Cigerxwîn | |
| | | Admin Admin
Mesaj Sayısı : 55 Kayıt tarihi : 16/08/09
| Konu: Geri: cigerxwin helbest C.tesi Ağus. 29, 2009 8:45 am | |
| Azadîxwaz im
Tîp û lekên kurd ketin zinaran Li hawîr bumba bû gullebaran Êrîşdibin der komên neyaran De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Şev ta sipîdê me nîne qet xew Cihan li ber me dibîte rew - rew Nêrkew nexwenî, çi bêyî mêkew? De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Bavê te çû şer, şêr e li meydan Êrîş dibin ser Îran û Tûran Destên xwe dan hev kurmanc û dostan De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Kengî mezin bû, divêm bixwênî Rewşa cîhanê tu xweş bibênî Ji nû tu karî dijmin derênî De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Keç û kurên kurd hemî şîyar bin Ji bo serbestî hemî li kar bin Ji hev re dost bin, dijê neyar bin De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Dijware dijmin, Tûran û Firs e Gernas û mêr be, ji wan metirse Sibê şiyarbû, li min mepirse De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Ji bo xweş bin dem û gevên te Ezê sipîdê bighê bavê te Bere ziwabin herdu çavên te De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Milên xwe bidme milên berane Di şer da en tev xûşk û birane Êrîş bikin em, lê şer girane De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Bizane, xwendin ji bo we derman Da ku bizanin qanûn û ferman Derxin ji dil em van tirs û şerman De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Destên xwe bidne destên çepên rom Bibin partîzan bi leshker û kom Carek metirsin ji 'hok' û 'fantom' De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Dibî bavê te di şer de bimrî Zinhar kurê min nebî tu bigrî Em têne kuştin ji bo tu nemrî De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Dijmin naçî der bi lav û gazê Xwînê nerêjî naghê daxwazê Siba diçim şer divêm tu razê De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Şêx û melan em tev kirne derwêş Ev bû du sed sal, em bûne berbêş Ba bêne kuştin, nemêni ev êş De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Şîn tê bi xwînê dara serbestî Îdî naxwazin dîlî, bindestî Ev êlperestî, ev olperestî De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Mirovperestim mîna Cigerxwîn Serbest bijîn tev, ne wek 'Mem' û 'Zîn' Jîna serbestî, divê me ev jîn De rabe ser xwe, kurê min rabe!
(Cigerxwîn, Dîwana 7a, Hêvî) Cigerxwîn | |
| | | Admin Admin
Mesaj Sayısı : 55 Kayıt tarihi : 16/08/09
| Konu: Geri: cigerxwin helbest C.tesi Ağus. 29, 2009 8:45 am | |
| Bi Ser Çiyan Ketin
Heval megrî çiya herdem Cihê xweşmêr û şêra ye Dîwarê serxwebûna kurd Ji laşê xurtemêra ye
Serfirazî bilind e, lê; Bi xwîn û kotek û zor e Bi jêrdeçûne bindestî Berê kurdan li berjor e
Tenê serbestî eywan e Bilind û berze bala ye Tenê şûna serê min, te Di jorê wê de vala ye
Di kurtan de eger razî Tu dê xewnên bînî Kirasê tirs û sawîran Li xokî tim tu xemgînî
Ji doza xwe venabin Dixwazin ta wekû saxin Gelek şerm e ku em sax in û dijmin hê dinav bax in.
Cigerxwîn | |
| | | Admin Admin
Mesaj Sayısı : 55 Kayıt tarihi : 16/08/09
| Konu: Geri: cigerxwin helbest C.tesi Ağus. 29, 2009 8:46 am | |
| Bilbil û Gul
Bilbilê dilkul dinalî, Her li ser dêmên gulê, Gul çi zanî ku li ser kê, Wer dinalî bilbil e?
Pertewa dêmên sipî Carek li dil ku ew nedî Çend bikî qêrîn û zarî Kî dizanî dil kul e?
Dilgirê wek bilbilê Herdem bi nalîn û girî Girtiyê benda evînê Dil li benda sunbil e.
Dilbijê bê çare çibkî Bil ji qêrîn û girî Ê di benda dil revînê Kî dizanî bê dil e?
Ev xem û derd û elem Ku min di dil de pir civîn Tev ji pêt û pertewa Şaha bi tac û sunbil e
Ew kesê sewdan li ser Naçî rêza dilgiran Her çiqasî ew bi gazî Rengê dengê zengil e
Ger ji dêmên sorgulî Pertew nedî nêv can û dil Nakevî nêv bend û dava Zulfê mest û fulfil e
Ez di benda dilrevayê Tîr ji birhan têne dil Lêw me dil herdem bi destê Nazika reş-kakile
Ew kesê carek diye Derdê evînê wî bi dil Jar û sergerdan û meste Xweş dizanî 'moşkil e'
Pertewa dîdariyê Ku mêxolî ez kirim Laleş a min ser li ber Danî li sîng û paşilê
Bûye çil sal ku cigerxwîn Bû ji tîrên ebriwan Lew me dermanê birînê Lêv û sêvên paxile
Cigerxwîn | |
| | | Admin Admin
Mesaj Sayısı : 55 Kayıt tarihi : 16/08/09
| Konu: Geri: cigerxwin helbest C.tesi Ağus. 29, 2009 8:46 am | |
| Bîranîn
Ey dilo jaro li kûne, Desht û zozanê dimin?
Kanî ew cejn û sema û Geşt û seyranê dimin?
Guh bide ber qîr Û nal û ah û waxanê dimin
Min divê ku nû ciwanbim Biçme nav bax û rezan
Kanî ev reng nuciwanî? Kanî bostanê dimin?
Şahî û nûroze îro Tên semayê kesk û sor
Têne ber çavên me gav û Çax û dewranê dimin
Keske sorin çox bi surme Ser bi zêrin cerg û bez
Ka li kûne: dehrî û Xeftan û mîtanê dimin?
Ah di bîra minde mane Ew demên şêrîn û xweş
Tevger û lîzên bi lotik Dengû xoşxwanê dimin
Min di nav bax û rezande Lot didan bê tirs û pirs
Min gul û nêrgiz didan hev Ka gulistanê dimin?
Serxweşê dengê bilûra Wî şiwanê ber zinêr
Kanî îro ew bilûr û Ew bilûrvanê dimin?
Tev di bin lingên neyaran Tên pelaxtin yek bi yek
Ew kelat û ew sera û Birc û eywanê dimin
Ey Cigerxwîn bes bibêje Pir dirêje ev deram
Maçê lêvê erxewanî Derd û dermanê dimin.
(Cigerxwîn, Dîwana 6a, Şefaq) Cigerxwîn | |
| | | Admin Admin
Mesaj Sayısı : 55 Kayıt tarihi : 16/08/09
| Konu: Geri: cigerxwin helbest C.tesi Ağus. 29, 2009 8:47 am | |
| Çavreşa Min
Şêrîn û çavreşa min, gelek delal e dîlber, Ya Reb çi şox û şeng e, ciwan û rind û nûber.
Narîn û bînxweş û geş, qibla me aşiqan e, Letîf û zehre-sîma şepal e wek gula zer.
Sîne çi gewr û boz e berdane ser du fincan, Sed heyf û sed mixabin destê çepel herin ser.
Çen gewher û diran-zêr şekir ji dev dibarî, Di guh de zerguhar im, gerden belor û mermer.
Çavên nekilkirî, reş xweya ye poz bilind e, Rû pût û lat û mabût zilfên siyah du ejder.
Weqs û qezeh du ebrû bisk û kezî ji maran, Runiştî textê Dara taca keyan li ser ser.
Bi Ehreman nizanim, pesnê wê ez çi bêjim, Pûtxane pû ji bo min, min ser keşî li hember.
Yarê te ez Cegerxwîn, bêdîn kirim, kirim dîn, Miftî ez im di eşqê, rabe bikuj bi xençer.
Cigerxwîn | |
| | | Admin Admin
Mesaj Sayısı : 55 Kayıt tarihi : 16/08/09
| Konu: Geri: cigerxwin helbest C.tesi Ağus. 29, 2009 8:47 am | |
| Dayê Tu Megrî!
Rom û ecem tev welat vegirtin Bindest dijîn em, ji ber ku kurd in Çira û rewşen li me vemirtin Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Xwendin nehiştin li nav me kurdan Ne hiş, ne bîr man ji êş û derdan Ev bax û bostan, ji dest xwe berdan Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Şêx û began tev em kirne kola Bê maf û bê cî berdane çola Dan ser milên me darên dehola Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Mizgîn! Tu şabe va em dixwênin Azadîxwazên cîhan dibînin Divê ku dijmin bi zor derênin Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Va em şiyarbûn, xwende û zana Me rê tev girtin ji ber nezana Zû, zû me naskir ev reng dizana Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Dijmin du nifşin: hundur û derve Hinek di binve, hinek di serve Kurdên nezan jî tên me bi serde Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Divê ji bo te em rast bibêjin Bindest û kola tim jîndirêjin Nabin xwedî maf, xwînê nerêjin Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Em tev diçin tên, dolab û çerx in Mebîne ko em ciwan û ferx in Divê ku dijmin ji nav xwe derxin Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Divêt bi leşker herin zinaran Konê xwe vegrin li pêş neyaran Êrîş bikin em bi gullebaran Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Reşa xwe bavêj, dayna cilên xwe Kelaşînkofê bavêj milên xwe Xeman em derxin ji nav dilên xwe Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Sûndê dixun em bi pût û late Heta ku negrin Zab û Ferate Serbest nekarin em bêne ba te Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Rabe bi hev re em herne şaxan Derman bikin jin: lash û kelaxan Ronî bidin xweş rengê çiraxan Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Milên xwe bidne milên me şêran Di şevreşan bin rengê sitêran Şêr tevde şêrin, çi jin çi mêran Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Dayê em xortin xwîna me germ e Bindest bimênin ji bo me şerm e Ta kengî dijmin paşa li ser me? Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
Îdî me nabên ev reng û ev jîn Em tev shiyarbûn Ferhad û Şêrîn Em guh didêrin dengê Cigerxwîn Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!
(Cigerxwîn, Dîwana 6a, Şefaq) Cigerxwîn | |
| | | Admin Admin
Mesaj Sayısı : 55 Kayıt tarihi : 16/08/09
| Konu: Geri: cigerxwin helbest C.tesi Ağus. 29, 2009 8:47 am | |
| Dengê Pêrîşanê
Lo lo pismamo çima dey nakî? Serê xwe carek bilind ranakî? !
Leşkerê dijmin li çiyayê jorîn Weke xweşmêran ji hev bela nakî
Lo lo pismamo zanim xweşmêr î Pismamê Rustem yan Êzdîn Şêr î
Roja halanê, roja lêdanê Mêr û gernas î, dotmam bi gorî
Lo lo pismamo haya tej te bî Çaroka min reş li serê te bî
Roja lêdanê, mêr be li meydanê Kuştin tim hebî, reva te nebî
Dotmama te me, min çav kildaye Dereşa Kawa, bo te hildaye
Rojek lêdanê, rojek razanê Îro lêdan e roja Kurda ye
Dengê min zîz e, hewar û gazî Serqot û pêxwas, birçî û tazî
Êrîş e lêxe pismamo lêxe Şerm û fehêt e îro tu razî
Şalê xerzanî rab eli xwe ke Li pişta xwe girêde rext û fîşek e
Pismamê min î, dotmama te me Mij ter kildane çavên belek e
Cigerxwîn | |
| | | Admin Admin
Mesaj Sayısı : 55 Kayıt tarihi : 16/08/09
| Konu: Geri: cigerxwin helbest C.tesi Ağus. 29, 2009 8:48 am | |
| Dîwana Derdê Millet e
Tu arî, yan ji te ar dibarî Tu derdê millet ê kurd ê xezanî
Nikarin dest bidin te, tev şewatî Ne wek rengê meyê xoş û ciwanî
Te pêkanîn sitemkar û sitembar Li xwar her dem dibarî, tê ji banî
Belav bûyî li ser millet me dahev Bi dijwarî di vir de min tu danî
Divê pesnê sitemkar û sitembar Bidim ko wan ji bona min tu anî
Belê şayestê pesn û fort û şabaş Xwedî herdû ne, ê min bes şivanî
Bibûna mey we yaxud rûyê dilber Li te her kes dinêrî mihribanî
Hezar destên began êrîş dibir te Li ser masê dibû her şev xuyanî
Bi te serxweş dibûn maldar û xwînxwar Bi dijmin re dinoşin her zemanî
Begê zana û milletperwerê min Hero serxoş e, qedrê te çi zanî
Ne tolaz û ne pûştî, ko perên xwe Li ber lingê te bavêjin pirranî
Tu zanî beg ne şaş e, lê li paş e Bi dijmin re dilîzî pehlewanî
Dizanî ko dizero lê biderket Nema fêde dikî jêre giranî
Divê çalak û çapik bighê dijmin Şiyar bûne li her der xwedyê xanî
Bi rev bazdaye lê pertal bi destan Li pey wî tim bi hawar û fîxanî
Bi dengê te li wan her kes şiyar bû Te ew rengê diza zû xweş deranî
Hezar sal e ko ev dêwê mirovxwer Li ser çavên me danîbûn kitanî
Me tê re ew didîtin rengê insan Belê îro te ew perde hilanî
Niha her kes bi wan zanî ko Dêwin Ji dijmin girtine nav û nîşanî
Dikin nakin li wan nayê veşartin Xelas nabin ji ber millet hesanî
Begê min! xem bi mey nayên revandin.. Li hawîr xem li we derbûne, kanî
Nikarin xweş bikin dil ey gunehkar Bi maçê lêvê sor û erxewanî
Bibî xwîna dilê kurdên belengaz Li ser te pevdiçin axa beranî
Dirêjî te dibin destê sitemkar Bi xwînxwarî dinoşin qehremanî.
Bi talan te dibin bedkar û xwînxwar Nizanin ko çine zor û ziyanî
Bibî toz û qirêja destê cotkar Te balêsin bi şaş û axebanî
Te bistênin bi pars û qullebazî Qe nanêrin li malxo û kebanî
Dizin, mal û hiş û bir tev dizîne Li ber çavên me bûne Macelanî *
Li ber ava ye, roja xwînxwar û diz Li me derbûye rojek bê nihanî
Ji wan re goreke pir teng dikolin Hejar û Bêkes û Hacî û Xanî. ________________________________ *Serdarê Deryavana ê gerrok Macelan
Cigerxwîn | |
| | | Admin Admin
Mesaj Sayısı : 55 Kayıt tarihi : 16/08/09
| Konu: Geri: cigerxwin helbest C.tesi Ağus. 29, 2009 8:49 am | |
| Diyariya Yarê
Ji dostê re çi rêkim, ez diyarî? Diyare yar dixwazî min bi yarî
Dixwazim can û dil jê re bişênim Tenê şerme, hemî derd û hejarî
Dixwazim herdû çavan jê re rêkim Bikêr nayên, ji wan her xwîn dibarî
Divêm jê re ziman û dev bişênim Ne hêja ne şev û rojan bi zarî
Nizanim ez, çi hêja ye ku rêkim? Cihan pêk ve bihayê biskê tarî
Serî, naçar e min danî li ber pê Me go: şah im, tu pêlêke siwarî
Tenê xanim, bi nazî hete ser min Zivistan e, li min şîn kir biharî
Bi wan lêvên şirîn go: rabe seyda! Tu serbest î ji min çibkî, dikarî
Ji rê ve ez bezîme pê û destan Bi jor ve hilkişîme ez ji xwarî
Ji bexçê paxilê çûme du sêvan Ji bistanê riwan dêmên henarî
Ji lêvên erxewanî min du sed cam Şeraba hingivînî nû, vexwarî
Bi destê xwey sipî ez kirme hembêz Wekî pola helandim ez bi sarî
Me herdû dest li bejnê bûn hemaîl Bi ber pêlan ketin reşbisk û çarî
Me talan kir ber û bistan bicarek Kenî û go: bes e rabe Hesarî!
Me go: gorî Cigerxwîn bû divê rê Bi dest nayê wekî îro tu carî
Cigerxwîn | |
| | | Admin Admin
Mesaj Sayısı : 55 Kayıt tarihi : 16/08/09
| Konu: Geri: cigerxwin helbest C.tesi Ağus. 29, 2009 8:50 am | |
| Em Ji Rê Dernakevin
Em ji rê dernakevin çendan bibênin zilm û zor Lewleb û çerxa cîhanê, geh li jêrîn geh li jor
Lê bidin, dora we ye ey koledar û zorkeran Ev pîkol e em ji hawîr we dikin, çavên we kor
Nîvê karker dar bi dest in, êdî her dem kêferat Va nêzîk bûye dema me, karê dinya tim bi dor
Win li Çîn û rojhilatê meyzekin, xweş meyzekin Tev di vê rê de dibazin, wek pilingan gore qor
Her çiqa zor e bikin; win me dajon ber bi pêş Pir nêzîk e sewre rabî, leşgerê Kurdî û sor
Cigerxwîn | |
| | | Admin Admin
Mesaj Sayısı : 55 Kayıt tarihi : 16/08/09
| Konu: Geri: cigerxwin helbest C.tesi Ağus. 29, 2009 8:51 am | |
| Eman Hey Lê
Tu şêrîn î pir ciwan î Lêv ji sorê erxewan î Kê bi vî rengî tu anî? Wer di nav destê min danî _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê
Xamekêşan xweş nivîsî Heyv û roj in lê diîsî Qelen pir e hezar kîsî Kes nikarî te ramîsî _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê
Zirav bejnê nûzarokê Kiras kinê li ser çokê Por şevînê, rûj i rokê _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê
Min xwedî kir bi xêzanî Di dilhişkî, cangiranî Mal û canê xe l’ser danî _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê
Bilind bejnê serwa sehê Enî rojê ebrû mehê Neghanê vê remza te hê _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê
Gewher çenê şêrîn kenê Hingiv di nav lêv û çenê Berfa spî di gerdenê Naghê kesî bi xwestinê _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê
Reştemberî rengê şevê Ebrû kevan ciwan çivê Xwîn şêrînê wek hingivê Rengê gulê lêv û devê _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê
Çavên belek çi mêrkuj in Lêvên di sor çi xwînmij in Bisk û kezî çi xwînrij in Dêm û enî pir paqij in _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê
Lêv şêrînê dêm şekerê Carek me dît li ber pirê Min bi çavan gazî kirê: Ka ew evîna mey berê? _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê
Reyhan kenî gete gulê: Sêv gihiştin di paxilê Bisk û kezî reşkakilê Lêv dermanê derdê dilê _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê
Bi qundera kabik teşî Hat û di ber min ve meşî Rista min a goşî weşî Hûna min a qafî xweşî _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê
Rista min a jı gewhera Ronî didî rengê çira Bira nadî destê bira Min rêkire ji dosta xwe ra _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê
Rabe ser xwe dilovanê! Em derkevin ji zîndanê Dest bi destên te hozanê Da em herin Kurdistanê! _______Hey lê hey lê _______Hey lê hey lê… _____________Şev û rojan _____________Ez di meylê
Cigerxwîn | |
| | | Admin Admin
Mesaj Sayısı : 55 Kayıt tarihi : 16/08/09
| Konu: Geri: cigerxwin helbest C.tesi Ağus. 29, 2009 8:52 am | |
| Ev Dinya Pir Xweş e
Pir xweş e pir xweş e Ev dinya pir xweş e Yar paldaye ser min Rû wek gula geş e
Dev likenin sorgul Ser dihejin sunbil Xurxur ji avê tê Hilm û sirra bê tê
Pir xweş e pir xweş e Ev dinya pir xweş e Yar paldaye ser min Rû wek gula geş e
Destê yar bi destim Ez serxweş û mestim Kûpik dev û lêvin Mêze herdû sêvin
Pala xwe da ser min Bê fehêt û şermin Gelek xweşe ev jîn Em bûne wek Mem û Zîn
Pir xweş e pir xweş e Ev dinya pir xweş e Yar paldaye ser min Rû wek gula geşe
Em zava û bûk in Pêwan li me çûk in Pal dane ser şînî Kesek me nabîni
Hawir me zennar in Perde pel û dar in Guldestê evûnê Daxwaza vê jînê
Pir xweş e pir xweş e Ev dinya pir xweş e Yar paldaye ser min Rû wek gula geş e
(…)
(Cegerxwîn, Dîwana 4a, Ronak) Cigerxwîn | |
| | | Admin Admin
Mesaj Sayısı : 55 Kayıt tarihi : 16/08/09
| Konu: Geri: cigerxwin helbest C.tesi Ağus. 29, 2009 8:52 am | |
| Evîna Dil
Evîna dil, te dil kiriye birîndar Bihara min, hemî zer bûn gul û dar
Me ew rojên ciwanî, dan bi tolik Ketim heştê, ji nû ve bûm evîndar
Diran û çav dil pêk ve şikestin Û porê min spî bûye bi yek car
Bi her çaran dibî xort û dibî pîr Ji bona min nema hêja ne her çar
Nezanim ez, digel jînê dibazim Weke berxê di nav pencên gurê har
Cihan pêk ve di çavê min de xweş bû Niha, pîr im, di çavên min de bû sar
Şeva reş pej vedane, hate ser min Ku roja min li ber ava ye, êvar
Ciwan bûm, ez bi dost û yar û kes bûm Ku pîr bûme, hemî kes bûne neyar
Evîna min wekî hespê çeleng e Revandim ez, ezê çibkim bi hesar?
Ketim heştê û serjêr bûme deştê Ne ew lat û ne ew hîm û ne ew dar…
Berê rengê pilingan ez bi saw bûm Ji ber xapan, niha bûme keftar
Bi ber pêlan ketim bê dos û daxwaz Dinalim ez wekî hirçê birîndar
Ceger-xwîn bes bibêje, pir dirêj e Bes e Kurdo, ji xew rabe tu hişyar! ...
Cigerxwîn | |
| | | Admin Admin
Mesaj Sayısı : 55 Kayıt tarihi : 16/08/09
| Konu: Geri: cigerxwin helbest C.tesi Ağus. 29, 2009 8:53 am | |
| Evîna Dil
Evîna dil, te dil kiriye birîndar Bihara min, hemî zer bûn gul û dar
Me ew rojên ciwanî, dan bi tolik Ketim heştê, ji nû ve bûm evîndar
Diran û çav dil pêk ve şikestin Û porê min spî bûye bi yek car
Bi her çaran dibî xort û dibî pîr Ji bona min nema hêja ne her çar
Nezanim ez, digel jînê dibazim Weke berxê di nav pencên gurê har
Cihan pêk ve di çavê min de xweş bû Niha, pîr im, di çavên min de bû sar
Şeva reş pej vedane, hate ser min Ku roja min li ber ava ye, êvar
Ciwan bûm, ez bi dost û yar û kes bûm Ku pîr bûme, hemî kes bûne neyar
Evîna min wekî hespê çeleng e Revandim ez, ezê çibkim bi hesar?
Ketim heştê û serjêr bûme deştê Ne ew lat û ne ew hîm û ne ew dar…
Berê rengê pilingan ez bi saw bûm Ji ber xapan, niha bûme keftar
Bi ber pêlan ketim bê dos û daxwaz Dinalim ez wekî hirçê birîndar
Ceger-xwîn bes bibêje, pir dirêj e Bes e Kurdo, ji xew rabe tu hişyar! ...
Cigerxwîn | |
| | | Admin Admin
Mesaj Sayısı : 55 Kayıt tarihi : 16/08/09
| Konu: Geri: cigerxwin helbest C.tesi Ağus. 29, 2009 8:53 am | |
| Ey Felek!
Ey felek, ka ew sera û Birc û qûnaxê di min?
Ka rez û bostan û dar û Kanî ew baxê di min?
Çîçek û nêrgiz heriştin Tev ji bîna sor - gulan
Surperî nayên semayê Kanî qozaxê di min?
Qeb-qeb û dengê kewan Nayên li ser lat û çiyan
Kûre - kûre rengê bûman Nalêya zaxê di min
Ser bi zêr û çox bi surme Dest li ber, rû nale - nal
Dê bi kê xweş bin di dil de Ev key û daxê di min?
Bilbilê malik xerab Herdem bi hewar û girî
Xweş li ser sorgul dinalîn Bûne ortaxê di min
Qumriyan sed rengê awaz Wan ji derdê nêrgîzan
Bûm li ser kox û kelat û Qesr û çardaxê di min
Dijminê zordest û zana Tev welat girtin bi zor
Erdelan û şehrezûr Û şax û kurd - daxê di min
Kurdê gernas ku şikandin Tîp û komên Ingilîz
Ketne bindestê neyaran Bûne Altaxê di min! ?
Diminê milet di îro Bûne rêber bo welat
Ên bi xapan em dixwarin Bûne ocaxê di min! ?
Ma gelo kevneperest im? Na, ne raste ezbenî!
Lê dixwazim zû şiyarbin Dost û hevçaxê di min
Ez ciger-xwîn im li ser vê Paşdemeyina welat
Rengê efyon tên firotin Rist û ev xaxê di min...
(Cigerxwîn, Dîwana 6a, Şefaq) Cigerxwîn | |
| | | Admin Admin
Mesaj Sayısı : 55 Kayıt tarihi : 16/08/09
| Konu: Geri: cigerxwin helbest C.tesi Ağus. 29, 2009 8:54 am | |
| Ey Felek!
Ey felek, ka ew sera û Birc û qûnaxê di min?
Ka rez û bostan û dar û Kanî ew baxê di min?
Çîçek û nêrgiz heriştin Tev ji bîna sor - gulan
Surperî nayên semayê Kanî qozaxê di min?
Qeb-qeb û dengê kewan Nayên li ser lat û çiyan
Kûre - kûre rengê bûman Nalêya zaxê di min
Ser bi zêr û çox bi surme Dest li ber, rû nale - nal
Dê bi kê xweş bin di dil de Ev key û daxê di min?
Bilbilê malik xerab Herdem bi hewar û girî
Xweş li ser sorgul dinalîn Bûne ortaxê di min
Qumriyan sed rengê awaz Wan ji derdê nêrgîzan
Bûm li ser kox û kelat û Qesr û çardaxê di min
Dijminê zordest û zana Tev welat girtin bi zor
Erdelan û şehrezûr Û şax û kurd - daxê di min
Kurdê gernas ku şikandin Tîp û komên Ingilîz
Ketne bindestê neyaran Bûne Altaxê di min! ?
Diminê milet di îro Bûne rêber bo welat
Ên bi xapan em dixwarin Bûne ocaxê di min! ?
Ma gelo kevneperest im? Na, ne raste ezbenî!
Lê dixwazim zû şiyarbin Dost û hevçaxê di min
Ez ciger-xwîn im li ser vê Paşdemeyina welat
Rengê efyon tên firotin Rist û ev xaxê di min...
(Cigerxwîn, Dîwana 6a, Şefaq) Cigerxwîn | |
| | | Admin Admin
Mesaj Sayısı : 55 Kayıt tarihi : 16/08/09
| Konu: Geri: cigerxwin helbest C.tesi Ağus. 29, 2009 8:54 am | |
| Ey Heval Robson!
Ey heval Robson dengbêjê cîhan Paşmêrê selam zana û insan Gernas û rênas, dijminê Dalas Di ser ava re, di ser çiya re Rengê te ê reş tê ber çavê me Dengê te ê xweş xweş tê guhê me Ev xebata te didî me hêrzan Kêferata te didî me lerzan Ev tevgera te ji bona insan Pir jê ditirsin axa û dehqan Xwedî sermiyan ji te ditirsin Hemî xanedan ji hev dipirsin Dibêjin reşik çawa şiyar bûn? Destê hev girtin li ber me rabûn Dalas ditirsî weke Mak-Arsî Di ber piyan çûn pir tac û kursî Xwedî sermiyan serê xwe hildan Dibezin, dilerzin, dicivin, direvin Ji meydan...
Ey heval Robson! Ne tenê reşik ketin bin destan Em jî sipî ne mane perîşan Reben, belengaz, bindest,çarereş Birçî û tazî, tev jar û nexweş Gunhê me çi ye, ne sûc ne sebeb Ketin bin destan ev Kurd û Ereb Zencî û Hindî em hemî insan Kê em hiştine wisa perîşan Nîzam, nîzam... Nîzama hovan, ev nîzama xwar Nîzama faşîst em xistin bin dar Xwedî sermiyan, dezge koledar Em kirin bêçar, em kirin bin bar Kirin tar û mar...
Ey heval Robson, Derdê min û te, ev derdê giran Zordestiya ko kete nav cihan Hin mezin, bilind, dehqan xanedan, Hin reben bindest mane perîşan Ji vî derdê me Markis îngilis Bûne du rêzan, bûne du hozan Lênîn Sitalîn rê şanî me dan Pale şiyar bûn xebat û lebat Roj hilat, roj hilat... Xelas bû rojhilat Roja sor, roja zer Ji Mosko hate der Tava xwe da Balqan da Elman Xwe berdaye ser Çîn, Çîn Çîna mezin, Çîna giran Şewqa xwe da Hind Tev dagirt, cihan...
Ey heval Robson, Karker û rencber, cotar şiyar bûn Reben perîşan bi hevre rabûn Bi tang û bi top, diçin şer û ceng Li her der qîrîn li her der hewar Li hawîr bû deng Dixwazin azadî, serbestî wekhevî Narevin... Lê dijmin ditirsî, direvî,direvî.. Çi reşik, çi sipî, belengaz bûn heval Dikujin koledar-xwedî gund, xwedî mal Berepaş direvin bayloz, xanedan Malê wan malê wan, Bû bela serê wan...
Tarîx, tarîx xiste nav sînga wan Dilê wan, çavê wan, Ev kelem ev mîz... Dicivin, dikevin, di şer de direvin Peykevin peykevin...
Ey heval Robson! Me divê dinyake ko her kes dewlemend Dinya bû buhişt çi bajar çi gund Ji bo her kesî fersend û mecal Xwenda û zana, hozan û delal Qesra me bilind, bexçe xweş û rind Em tev de dilxweş li nav dimeşin Tilûr diqişin, cobar dixuşin Çuqlî dihejin, pelik diweşin Çiya pir bilind, dirêj, girover Tîrêjê rojê xwe berdane ser Dinya maye mişt, ji jîn, ji evîn Xweşî tev dagirt Her kes, her tişt, her der...
Ey heval Robson Fermo em herin Serbest bigerin Bixun, binerin Bibênin bipirsin Zorker nemaye ji kê bitirsin Sinor nemane çibkin peseport Dilxweş û rûgeş hemî keç û xort Li vir xurînî bixun hingivîn Li Mosko taştê, firavîn li Çîn Li Newyorkê şîv, li London paşîv Çi reş çi sipî tev bibin kirîv... Firek bidin xwe, em herin Merîx Destê xwe bidin Şêrîn û Zelîx Zîka riwê te maçkî bimijî Tîna dilê xwe bi te bikujî Bêje ezbenî, bêje ezbenî, Jola dikenî, Zika dikenî... Dengê te ê xweş herkes dixwazî Wî dengê şêrîn... Bêje ey heval, hevalê delal Bi saz bi qêrîn... Bimrî koledar, bimrî zordestî Bijî azadî, bijî serbestî.
Ey heval Robson! Ev cîhana xweş Besî teva ye çi sipî çi reş Divê derbas kin rû biken û geş Dewlemend serbilind,
Tev bi hev re rind... Nemênin sêwî, birçî û tazî Ne kuştin, ne şer, ne qîr, ne gazî Bi hev re herin tev kar û xebat Heşt seet, çar seet, du seet Pir xweş e xebat Bo milet û welat, Ko bibin em bi kinc, bi xwarin Bi xanî, bi ronî, xwenda û siwar Li ber hev nanerin Bûn heval, bûne dost, bûne yar Hovitî nema ye...
Tev xwenda, tev zana, tev şiyar Ev kevoka selam, pir xweşik pir ciwan Baweşîn, baweşîn bikî ew li ser me li insan Pir xweş e ev cîhan Tev evîn, tev de jîn Ax... Cegerxwîn Pir xweş e ev cîhan...
Cigerxwîn | |
| | | Admin Admin
Mesaj Sayısı : 55 Kayıt tarihi : 16/08/09
| Konu: Geri: cigerxwin helbest C.tesi Ağus. 29, 2009 8:55 am | |
| Ey Welat Dûrim Ji Te
Dîsa ji te dûrim welat Dil ketye gomanên dikûr
Ger dûr û nêzîk bim ji te Her dem li ser te kûre-kûr
Gava ji te ez dûr dibim Ne ko ditirsim ez ji şûr
Divên çarekê bikin Ji ser te rakin pî stûr
Tim dar bi destê dijmin e Em têne kuştin rengê mûr
Kurên te ser xistin xewê Lê ez dinalim wek bilûr
Kengî ji xew rabin gelo Yan kengî em dadin tenûr
Divêm bi ser çiya kevin Dîsa bikn tev qûre-qûr
Welat çiqas dûrbî ji min Di dil dibî pertav û nûr
Ne bes Xumênî dijmine Dijmin pirin, nêzîk û dûr
Wek baz cihê kurd tim çiya Dijmin di nav xan û qisûr
Dibin piyên tanga de çûn Kal û jin û bapîr û hûr
Birçî û tazî û reben Çarox di pê û mil bi tûr
Derd û kulan dil kirye ron Ta ko Cegerxwîn bûye tûr.
Cigerxwîn | |
| | | Admin Admin
Mesaj Sayısı : 55 Kayıt tarihi : 16/08/09
| Konu: Geri: cigerxwin helbest C.tesi Ağus. 29, 2009 8:55 am | |
| Ez Gelek Tî Me
Ez gelek tî me
Şeraba wan lebên lala Bi minde ez gelek tî me Bila xêra te bî cana: Nizanî ez çi birçî me?
Ji baxê paxil û sîngê Eger sêvek bidî Seyda Xurînî pê ku bişkînim Diçim ser rê ku rêwî me
Eger sênca rez û baxan Çirand û dest birin sêvan Dibî lêv herne ser lêvan Li min megre ku sêwî me
Bi tenha ez li çolê me Serî goka di holê me Birîndari m ji wan mijgan Pêrîşani m çi xwînî me?
Welatperwer bî ey xanim: Were dest deyne ser canim Birînê min qemûşk bigrin Bi jînê pir bi hêvî me
De wer maçek biminde xweş Li dêm ko bisk bikin şevreş Ku ayîna te bigrim ez Ji nûve da bi zanîme?
Bihayê herdû sêvên zer Li dil xistin te sed xencer Mebîne qelsemêrim ez Ji kurdên ser nişîvîme?
Kurê Xesro û Guhderzim Di vê rêde gelek berzim Evîndarim ku can û dil Li ber destê te danîme
Eger ez ser dibim ber pê Xwedana şal û îşerpê Dixwazim ku tu pîroz bit Di vê rê ez çi manî me?
Dema çavên te yên mêrkuj Dibênim ez dibim wek mij Peyala şerbeta lêvan Kirim gawir ku yezdî me
Ji te dûrim te nabînim Li ser te ez ciger xwînim Çi bêjim ko nikarim bêm Di îro ez swêdî me.
Cigerxwîn Stockholm 26.9.1979 Cigerxwîn | |
| | | | cigerxwin helbest | |
|
| Bu forumun müsaadesi var: | Bu forumdaki mesajlara cevap veremezsiniz
| |
| |
| |
|